Cemsera Bakur
Îro nozdeh a Gulanê ye, li ser
kursiya xwe rûniştî me, qehweya min rev min e û bloga xwe ya nû re nivîsek
dinivîsînim. Li ser maseya min wêneya Çiyayên Norweçê, li ber guhên min
stranekî xweşik heye. Fikra min li ser ezmanan digere, diçe heta Cemsera Bakur, û
tev li aurora yên bireng dibe. Bajarê ku aniha lê me, Stenbol e, ne
bajarek biyanî ye ji min re, ez li vir hatim dinê, li vir mezin bûm û bi laşê
xwe ve li vir dijîm lê hizrên min ne li vir in… li ser rûyê erdê digerin, li
ser ewran difirin û di nav stêrkên mezin didozin. Hew dixwazim li vir bimînim.
Wexta ku gavek ji xezîneya zeman kêm dibe û diçe, parçeyek jî ji ruhê min dibe.
Roj bi roj ez jî kêm dibim. Heyecan û meraqên min mezin dibin…
Gava
bihar diçe û havîn tê, li dilê min mîhrîcanek destpê dike. Hêvî yên nû
dibişkivin, xema di hişê min de direve û ez dixwazim zûka bi rê kevim. Bila
havîn bi temamî were, û hestiyên me hinekî germ bibin, em bi têra xwe avjenî jî bikin, nerm bin, paşê ez dixwazim biçim Cemsera Bakur!
Hêvîdarim derfet
çê dibe û ez jî dikarim herim wî welatê xweşik û bi pileyek tirsehêz sar û qeşa
bibînim, û tecrûbeyên xwe ji we re vebêjim. Li vê naverokê ez dixwazim bidim
zanîn, ev nivîsa min a yekem e li vê blogê... armanca min; blogek kurdî bi mijarên gerîn, xwendin,nasandin û rexnekirina pirtûkan çê bikim, nav van de nivîsên ceribandinê yên ji pênûsa min jî hebin... daxwaza min; ez bikaribim vî karî li vir bidomînim û derbarê serpêhatiyên min ên ku min li gerên xwe ceribandine, fikrên xwe yên ku min bi wan li şevên tarî serê xwe êşandiye an jî kêfxweşî û şadî girtiye ji we re bigihînim. Êdî min bişopînin kurdîhezno... J


